Wê Şevê Şarkı

H Hîvron
0 Altın Yaprak
Wê şevê, wê şeva wek helbestan Wenda bibûm li nav pêlên deryayên çavên te de Tu bûyî bêhna kulîlkên bihara buhişta emrê min Rengê keskesorê asîmanên dilê min Wê şevê, wê şeva wek helbestan Bêhna berfê dihat ji porên te Tama biharê bû her peyvên te Germa havînê bû li ser lêvên te Wê şevê, wê şeva wek helbestan Ew pelên weşiyayî li nav payîza guliyên te Her çar demsalan veşartok dilîstin li ser zimanê te Wê şevê, wê şeva wek helbestan Diricifî dilê min li ber çavên te Li ber bi şirîniyên herdu çavên te Helbest : Şêrko / Muzîk : Nisret Îmîr

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.