Dereng Neyê Zû Were

H Hozan Dîno
0 Altın Yaprak
Hozan Dino - Dereng Neyê Zû Were Şarkı Sözleri Gula dile min bişkivî, bi baranen evînê Hevîya hatina te me, dereng neyê, zû were. Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were. Em bi evînên qedexe mezin bûn, Bêrîka me de 'eynikek û şeyek... Me bi xwe mezin dikir. Û xweşikbûyîna xwe li nav xeyalen pêşerojê de Bi evîndara xwe re vedişart, Bi çavên şermoke û bi tirseke bê wate Me heviyan xwe dineqişandin. Bi xwe re hevî bine. Hevî, evîn û jîn e Barke ser keskê sora, bi rojê bixemlîne. Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were Dema ku em mezin bûn, Wê demê em tegihîştin ku Ger evîn azad be, wê bi wate be Ji bo wê ye ku Em bûn evîndarên welatên xwe Û emê evîna xwe bi evîndara xwe re di welatekî azad de parve bikin.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.