Bavê Fexriya

Ş Şivan Perwer
0 Altın Yaprak
Bavê Fexriya qurba min go îro dinya ewr e.... Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî Hawar li min oy... Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e? Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e Hawar li min min rebenê Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê Hawar li min min rebenê Îro sê ro sê şev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê… Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan, Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin... Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê Lê li min şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê Emrê çûyî carde nayê min rebenê Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay… Pir delal bûm hawar li min min rebenê Gidî qurban bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan Çawa sala îsal qir û qal bûm Ax emrê çûyî carde nayê ay

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.