Delalê

Ş Şivan Perwer
0 Altın Yaprak
Li kolanê bajarê Ewrûpa Li keça Kurd rast hatim Bê xwedî digeriya Bi dil germê pêrgî min hat Xûya bû li çara serê xwe digeriya Min go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Çi digerî Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Çi digerî Go lo lo birao Em bi ber zilma bayê reş ketin Îro welatê dûriyê ve derketin Weke min bi hezara hene Bêkar û sermîyan Li welatê xerîbîyê şermeze ketin Min go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Ma ez kanî çi bikim Delale delale Serine hewale Be xwede be male Ez jî nizanim çi bikim/ Ka bêje ez çi bikim Dîsa go lo lo keko Belê heq negotine Welatê mirova şêrîntir e Ger hindikek azadî hebûya Birçibûna welatê me Ji têrbûna welatê xelkê bi rûmettir e Min go delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Belê tu rast dibêjî Delalê delalê Şêrînê hevalê Bê xwedî bê malê Welatê me rûmeta me ye/ Ka em welatê xwe şên bikin/ Welat azadî ye.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.