Ehmedê Mala Mûsa

Ş Şivan Perwer
0 Altın Yaprak
Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... Dilê min şewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.