Xezal Xezal

Ş Şivan Perwer
0 Altın Yaprak
Xezal Xezal Kürtçe Şarkı Sözü Xezal Xezal oy hayê hayê... Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilê'm heya îdare bûye ji te re bibim Cem aşiq û cem xozana, oy cefayê... Gelî gundyan û cîranan ma hun qey nizanin Rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim çima va qîza seba çiye hoy nayê rayê... Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab, di qûntara çiyê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram ra bû lolo dawe lê kir.. Xezala min biyan e Gelî gundiyan û cîranan ezê nizanim çima va qîza seba çiye hoy... nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, biyanî zor e oy cefa Belê mêrê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal De min go Xezalê rebenê neçe avê way way De min go Delalê rebenê neçe avê way way Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way Wê ji te bistînin rebenê kembera navê way Wê ji te bistînin delalê kembera navê way Xezal xezalê rebenê keça Kurda ye way Xezal xezalê delalê keça Kurda ye way Xezalam egît e lê lê pişta mêra ye way Xezalam egît e lê lê pişta dayîka ye way Ezê Xezalê nadim qe tu kesa ye way Ez kim Xezalê nadim qe tu kesa ye way Ez Xezala xwe tu nadim qe tu kesaye way Çavê Xezalê belekê'm welata ye way Çavê Delalê belekê'm welata ye way. Şivan Perwer 

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.