Evîna Dilêmin

Z Zinar Sozdar
0 Altın Yaprak
Evîna Dilê min, Bû bela li serê min Te ez tenê xistim, Tu êşa Dilê min Êdî bes e nikarim, Ji derdê te ez dinalim Bi agirê avîna Te, Her tim bê hal im De were hevalê, De were Canê Ketime bextê te Çi bikim tu nayê Roj bi roj dihelim heval Tu pê nizanî Ciger dikelin bi êşgiranî heval Doxtor hekîm derman nedîn Ji derdê min re tu derman î Ji kula min re tu derman î Ez û te bigihîn hev, Ronî dibe her şev Xec û Sîyabend bin, Bila bibê dinya tev Serbest û azad bin, Em dilxweş û şad bin Çar rojên vê dinê, Miradê xwe şabin De were hevalê, De were Canê Ketime bextê te Çi bikim tu nayê

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.