Lê Lê Dayê

Z Zinar Sozdar
0 Altın Yaprak
Ey bazên serbilind lezkin Herin cem hevalên min Bi dilxweşî û dilşahî Bibêjin silavên min Ev çend sal e ez xerîbiyê Dişewite kezeba min Wek bilbilan dixwîne Xwîn dirije cigera min Lê lê dayê lê lê dayê Xerîb geriyam li dinyayê Min ji vê dinê xêr nedî dayê dayê Bê te sebra min nayê Dema dikevî bîra min Dost û heval yara min Êş dikeve serê min Hêsir vanê çavê min Tu cara bîra min naçe Deşt zozanên gundê min Xem û xeyalên hevalan Wek xewn tên ber çavê min Disgotin(Nakarat) Ez ditirsim te nebînim Bi vê hesretê bimrim Bira werin ser tirba min Dê û bav û dildarê min Bila hemû xwe re wayînin Gulekî nav baxçê min Bi rengê kesk sor û zer Bixemlînin mezelê min Disgotin(Nakarat)

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.