Hetta Kengî Dı Xewda Bî?

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Bese millet li te sherme Hetta kengî di xewda bî !? Di bin destên neyaranda Hejar û dîl û kola bî ? Bihar va tê çiya xwesh bûn Weke shêran herin sher em Çima wer jar û xemgîn bî Hetta kengî tu ranabî ? Binêrin win li Engola Wekû shêran ketin çola Serê te hishk wekî pola Di bin destê neyara bî ? Serî hildî, tu gernasî Eger rabî tu mêrxasî Gelo raste divê bimrî ? Di nav dijminde winda bî ? Ji dijminre dibî rencber Bi pashde mayî bê rêber Ji bo dijmin dibî shevger Bese îdî weha nabî !? Were carek ji xew rabe ! Weke gernas û shêra be ! Xwe pêkbêne bi hevra be ! Divêm hishyar û zana bî Bese win rê bidin zana Bidin pêzan û hozana Ji bo çi wer li pey shopa Beg û sheyxa û axa bî ? Çi ol û êl û malbatin Evên dî qey hemî tatin !? Hemî yek dar û yek katin Bibin yek da, ku dil shabî Bi: tang û top û lek millet Tu gavan pêshde bavêje ! Hetta kengî li benda van Nivishtê: shêyx û seyda bî !? Tu guh med van beg û axa Xwe rapêçê li ser shaxa Ji dijmin bigre va baxa Tu dê serdar û pasha bî ! Cigerxwînim dixwazim ko Ji bo te rast bibêjim ez Tu guhdêre li dengê min Neko saza li ber ga bî ?

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.