Roja Reş

K Karışık
0 Altın Yaprak
Dengê firok û bomban Fermana mirinê dan Sîh û penç canê ciwan ketin axa Kurdistan Bila zarok nemirin Bila dayîk negîrîn Bese ev kuştin û xwîn Bese hawar û qêrîn Zavayê dest hine bû Ew berxê dayika xwe bûn Zarokê bê gune bûn Ew ji canê me kirin Bila zarok nemirin Bila dayîk negîrîn Bese ev kuştin û xwîn Bese hawar û qêrîn Di nav berfa sir û seqem de Ew bedenê cemidî Ew xwîna sar Û birînê xedar Kişandin kom bi kom Û bar bi bar Ax hewar ku sed hewar Qêrîna dayika çû erşê jor Nalîna bûkê ser bi xêlî Cergê min sor Gelo heta kengî ew mizgîniya mirinê wê ji mera bê Û heta kengî emê vî bindestiyê bijîn lo bira ? Bila ciwan nemirin Bila dayîk negîrîn Bese ev kuştin û xwîn Bese hawar û qêrîn. Gotin û Muzîk : Koçer Diljar

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.