Li Rojhilat

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
Şev reş û tarî, bahoz û bandev Nakevî dest me: ne razan ne rev Hewrên rêzanî tarî û giran Berfê bibarî, yan gulebaran? Em reşhewravin kevneperestî Tênin bîra min dîlî, bindestî Dar bikevî dest mirovên xwînxwar Dîsa dimênin birçî û hejar Karê me dibî veşartin û rev Tavê nabênin bi rojê em tev Tênin ber çavan dijûn û lêdan Şemaq û qamçî, kawçûk û zindan Pêlên zordestî wek lehî û çêm Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem Di ber xwe dibin bîr û serbestî Paşve diþ kênin nûjenperestî Tên perçiqandin tev destûr û rist Raserî me tên ev kevnepirist Benda Azadî li xwe napirsî Belkî ez şaş im, ji wan natirsî Tarîx û abor, herdu di gel me Eger bitirsin ji bo me şerm e Badîhewane ev tav û bahoz Eger em rabin hemî dibin toz Vane, şiyarbûn cotkar û karker Dijmin têşênin bê ceng û bê şer Çiqas bimênî ev cihan bê deng Bê şer, bê kuştin, be halan û ceng Em her diçin pêş, dijmin diçin paş Bê av digerin ev dolab û aş Sermayeperest, tev top tavêjin Nabênin îro çawan sergêjin? ! Ew çi talan û çi ceng û pevçûn Bila xweş bikin hemî cî û şûn Hemî em mirov bibin wek bira Cî nedin diza, rê nedin gura Cihan xweş bikin tev bax û bihişt Ne şûr, ne xençer, ne derf û ne xişt Keser nemênî wek min dilbirîn Ev dinya xweş e, dinya Cigerxwîn

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.