Lorî

C Cegerxwîn Cegerxwîn
0 Altın Yaprak
De lorî, lorî kurê min lorî Bavê te kuştin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Millet ku sax bî nema tu dimrî De lorî… Millet şiyar e gelek gihaye Tiving bi dest e li ser çiya ye Şêr û piling in, hawîr dibazin Doza me Kurdan, serbest dixwazin De Lorî… Bi xwîn nivîsîn li ser zinara Li vir nemaye cihê neyara Biqeşte dijmin, qada me berde Ew der welatê gernasê Kurd e De lorî… Dijmin bi top û firok û leşker Bumbardûman kir welat li her der Hilweşandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin, jar û birîndar De lorî… Zar û zêçên Kurd, pir têne kuştin Dexl û rez û pez, tiştek nehiştin Tazî û birçî, bin banger û berf Wan naveşêrin, şikeft û berqef De lorî… Li ser zikên xwe diçin bi mestî Din dest û hin pê, hin ser şikestî Di şevreşan de gernas û rêber Şêrên birîndar, dema diçin şer De lorî… Dijmin ji tirsan dişkên û dimrin Derbend û rêçan li ber digrin Ji wî distênin derb û berên xwe Xwedî dikinpê em leşkerê xwe De lorî Serdar bilind e rêzan û mêr e Zêrên serê xwe bişênim jê re Bere bişroşî, bidî bi şeşar Berdî dijmin û neyar De lorî Qada me berdin ji bo me yek ser Aştî dixwazin, me navê ev şer Em jî wekî xwe divên serbestî Ma ki dixwezî, dîlî, bindestî? De lorî

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.