Dılê Şeyda

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Disan dilê Şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Şehbazî kir Meyla wî mehza hîkmet e, Şeyda wî enqa Şîret e Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir Şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de'wetê Fikrîme Şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir Şeklê mecazî çendek e, Şeyda heqîqî werdek e Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin Şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir Şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.