Dıla

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Dila! Qet nîne meh'bûbek, ji te cuz'ek nebit lalî Dilarama! Ne mec'zûbek heye, sirra te jê xalî Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Şahî û te'lî Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim Di batin Şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî Şalî Bi zahir Şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba Gellek sîm û gellek Şîba, me havêtin, cîger nalî Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê Şa kir Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in Bi tuxra û bi nîşan in, di dest uşşaqê delalî

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.