Hılo

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Dilo, rabe xwe kêf xweş ke, biçîn seyra gulistanê Bese, carek tu xwe bi weş ke, Hilo! Da biçne seyranê Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan Be dil meş´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxşane Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.