Baxê Sorgulan

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavreşan, cerg û dilê min kir hedef Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qişt û lef Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff ) Diger hebûn de´wa û Şerr, derbû li min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî " bi sed ah û esef ( Xanî bese! Ah û esef )

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.