Zahidê Xelwet Nişîn

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Zahidê xelwet nişîn pabestê kerdarê xwe ye Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye Aşiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye Vî zemanî herkesek bê Şubhe xemxwarê xwe ye Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê Bê xered nakeşîtin qet kes ji bo kes zehmetê Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye Hoşîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef Maceraya "Xidr" û dîwarî yetîmî bû selef Vî zemanî herkesek mi'marê dîwarê xwe ye Ca nezerke îbretê pêla ku waqi' bit sewas Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaş Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaş Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye Xanîya zayi' me ke weqtê xwe ey nadan! ebes Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes! Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.