Texte Dilberi
E
0
Altın Yaprak
Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Şîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?
Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere
Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e
Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qişt e,yana çenbere
Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
Şutrî ne, ya Şeb'bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e
Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîşan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meşxûlê Ellah ekber e
Çav in gello? Ya serxweş in, ya kafir in ya dilreş in
Bêmar in ew ya nexweş in, yan nêrgiz û cadûkher e
Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya Şeker,ew suhd e yane xebere
Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir'at e yana mezher e
Dêm, Şûşe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîşan Anber e
Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e
Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur'an'î ye
Yan xatema sultanî ye, mir'at e, yane menzer e
Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aşiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e
Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e
Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke'be ya Îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er'er e
Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e
Ew Xanî yê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş