Însan e

F Ferhad Mêrde
0 Altın Yaprak
Go ez bêjim wê dengê min pir bilind be Piştre guhê guh li min guhdar dike tirsim ber û vajî bikin Ji ber yê go min guhê diwarê derewan bixîne însan e Tirsim ji xwere xeyale kî çêkim wek ku cenneta xwedewend ez tê de hilperim Ji ber yê kabusa berde xeyala min însan e Bi bazkên azadiye weke kevukekî di ezmanê welatê xwede ez newêrim bifirim Ji ber yê go min bi nêçîra xwe ji ezmana bîne xwar însan e Ez esîrê dengê bilbilekê me guhdar bikim hembêz bikim lê ez newêrim Ji ber yê go bilbila pêşiya çavêmin di qefesa xwede ker bike bêdeng bike însan e Nikarim berê va helbestê xwe bidim lêgerîna rastî û ez lê bigerim Ji ber yê go helbesta min kelepçe bike însan e Ku çavêmin ronahiyekê bikeve ji kesekî re nabêjim û nebêje Ji ber go yê go çavêmin kur bike însan e Li ber destê qederê ez bume esîr sêwî reben parsek winda Sebeba go ez xwe qurbana berîka xelkê bikim însan e Ez ditirsim bibim aşiq ji bo evînekî ne diyar Yê go xiyanetê li dilêmin bike însan e Pir caran pey mirinê ketim go ez bimrim Yê mirinê li min şîrîn bike însan e Wê çave dayikamin ser goramin ve be Yê rê peşiya dayîka min jî bigre însan e Min tobe be carek din ez bêm vê dinyayê Ji ber yê go min dewletbuna xwede dîsa kole bike însan e Ger însan wusa be çima insan insan e Ka wîjdan, ka rûmet, ka dil Ma gelo ev jî ne para însan e Hey însan

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.