Tor im Bi Dil û Peyrewê Mûsa Yim Ez

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Tor im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez Ateşperes û nûra tecella yim ez Barî ji “we-’ellem” ko xeberdar-i kirîn îro tu bizan ademê esma yim ez Inşa’ê ’ulûmê ledunî çunke mi zanî Zanî bi heqîqet ko çi inşa yim ez Herfên reqemê lewha wucûda mi bixwan Da qenc-i bibînî ko çi imla yim ez Zahir tu perîşaniya halê mi nebîn Mecmu’ê di zatê xwe we tuxra yim ez ’Alem çi ye i’rab û hurûf û kelîmat in Ew nuqte di nefsa xwe û me’na yim ez Sed Nîl-i we tên û diderin qelbê me Pê nahisihîn qulzem û derya yim ez Tu ji nusxeya tewhîdê mexwîn ayeta nefyê Bê aleta isbatê ko illa yim ez Sed neql û riwayet di meya şaf-i mûyek îro ko ji pîrê xwe bi fetwa yim ez Peyweste tu her bang-i mekî şubhetê ney Bê yar û mey û saz-i mi go nayim ez Herçî te bivêtin ji me wer can bi xwe bit Cana bike ferwar-i vewesta yim ez Sed şîş-i li dil dane ji mihrê me Mela Lew her bi fixan mislê ney û nay im ez

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.