Heval Heval
H Hozan Diyar
0
Altın Yaprak
Tarî bû ezmanan roj xuya nayê
Kul û xemê min civiyan sebra min nayê
Çavê'm digerin dayê mizgîn tune ye
Gotin ew jî bû stêrkek barkir ji dinyayê
Heval heval hevala me
Tu sorgulêk li baxê me
Em tev reviyên doza te
Bila bê xem be dilê te
Sekinîne lê dayê avên van çema
Weşiyan pel dayê zû ketin ji dara
Nabihurî ev roj dayê bûye wek sala
Mizgîn/Qurbet bû janek dayê ket hemû dila
Heval heval hevala me
Tu sorgulêk li baxê me
Em tev reviyên doza te
Bila bê xem be dilê te
Bêhna te tê heval ji van hemî gula
Denge te tê heval ji serê çiya
Bûyî helbest digerî li ser zimana
Tu bûyî roj heval hilatî li şeva
Heval heval hevala me
Tu sorgulêk li baxê me
Em tev reviyên doza te
Bila bê xem be dilê te
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş