Latê Husn î û Şehê Xuban î

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Latê husn î û şehê xuban î Bi xwe hem xan î we hem xaqan î Yûsifê sanî tu îro xanim Ko bi husna xwe nedêrî sanî Bi sur û heybet û sehmê xwe perî Bi te şîn li butan sultan î Bi tebilxaneyê şah î were text Ko tu îro şehê Kurdistan î Kagulê berde bi ser xal û xetan Ko muselsel binumêt rîhan î Ismê e’çem te divê çil ism î Ji du herfan bi mu’emma zanî çi berat bû we bi ser da kagul-i çîn bi çîn mest bi tuxra ranî Te çi hacet bi suleymaniyê husnê Xatemek le’le bi gewher anî çi xet eşkeste muselsel ya reb Ko te pê nesix kirî dîwanî Gerçî pirxal û nişan î emma Bi Nişanî ko tu bênîşan î Ey perî horisiriştê herçend Bi beşer adem î û insan î Surrê subhan te ji husnê dinumît Ehsene l-lah ji sura subhanî çi heddê ’eql e qiyasê te kirit Ev e burhan ko tu bêburhan î Me temenna ji nesîm xakê rehê kir Pê bikîn dîde û dil nûranî Nefesek bê te me nayê bi l-lah Ne tinê rûh î tu rûh û can î sed hezaran ji te peykan di dil in Lê li serwê me tinê derman î Te birînên me kewand dîsa Ji nû agir te li daxan danî Te Mela pir di ceger gezme ne lew We perîşan î we pirêşan î

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.