Ahi Ji Destê Wê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Ah-i ji destê wê sirê dil ji meyê hewale kir Herçi li min kirî Mela cama meya duşale kir şengê bi naz-i meşşiha misk û zubad-i weşşiha Rûy ma dibin piyane hêj zêde li min delale kir çîçek û gul sehergehan nesterenên di xergehan Têk-i ji misk û mawerê mahê xwinav û jale kir Dêm-i di bisk û xemriyan ta û lefên di şetriyan Mane temam-i kesk û sor bedre li dorê hale kir Dûr-i kirîn ji sinbilan çîçek û bişko û gulan Dil me ji rengê bilbilan şubhetê dax-i lale kir Pîrê muxan ji şîşeyê da me sefînekê meyê şukrê Xwidê ko qulzemek min ji xwe ra qubale kir Xudrê bi remz û mu’cizê mest-i me dî di dengizê Hat-i peyaleyek di dest eşkere sed peyale kir Xunçeleba ji reng gulê dêmê bi sir numa Melê şubhetê bilbilan seher lew me fixan û nale kir

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.