Turreya Tabidarê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Turreya tabidarê ’enber ke Xemriyên şeng miskê ezfer ke Li gulan misk û ’enberê bireşîn Ji gulavê cinesriyan ter ke Kesk û sorên ji rengê qewsê qezeh Ji serapa gulav û mawer ke Surmepoşên surê bi ser kil de ’Aqilan lê xerab û ebter ke Her seher ji nû destikê wergir ’Er’erê têk da seraser ke Qedd û qama şerîf û nazik û ter Lê seraser bifessilîn û ker ker ke Nêrgizên sergiran hilîn carek Du qiran lêk beraber ke Tu bimeş kok bi ser derê qesrê Bi xwe kokî li şah û qeyşer ke Were wek roj bi ser derê kelhê ’Alemê têk da munewwer ke Wek gula zer bû serwa te mirim Me bi qurbana xwe wek gula zer ke Wek gulek zer di buxçeya te me ez Tu me têkil xwe wek gula zer ke Zahidê hişkiteb’ sewda ye Bi du caman tebî’etê ter ke Veke carek bi xende şekkeriteng Têk mişra me qend û şekker ke Pê li ser dîdeyên Melê dayîn Xelweya sofiyan munewwer ke Xett û xalan nişanê Nişanî de Me ji navê xwe ra bi defter ke

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.