Nizanim Şarkı
T Turan Şengül
0
Altın Yaprak
Min xwera negirt, giriyam bi şev û rojan
Min xwera negirt, giriyam nava nîgaşan
Ruhê min tenik bûye yarê
Dilê min dişewite yar
Çawa bêjim nizanim, hezdikim ji te çîçeka çolê
Çawa bêjim nizanim, hezkirina Mem û Zînê
Çawa bêjim nizanim, weka rojeke Newrozê
Me raman bike, biharan, berf û baranan
Me raman bike, hevalan, çol û newalan
Ruhê min tenik bûye yarê
Dilê min dişewite yar
Çawa bêjim nizanim, hezdikim ji te çîçeka çolê
Çawa bêjim nizanim, hezkirina Mem û Zînê
Çawa bêjim nizanim, weka rojeke Newrozê
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş