Ey Nesîmê Seherê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê sed selaman bigehînî ji me wê padişehê ’Er’era qamet elif neyşekera şox û şepal Nazika sîm-i ten û xwisr û zerrînkulehê Di berê da tu bibûsî bi dused zarî û lutf Asitan û der û dîwar û şibakên qelehê Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman Dê bi destê zeriyê muhteşemê serwisehê Belko dilber ji rûyê ’adilî û merhemetê Rehmekê kit bi feqîran û bipirsit gilehê Heq dizanit di şevan şubhetê avên di royan Me bi dil zarî û kalîn e heta şubhegehê Ma ji ber derb û firaqa te sukûnek me heye Cerg û dil herdu bi nalîn e wekî çeng û jihê Perdeya xêlî û çarê tu ji ser dêmê hilîn Da ji şewqa te bi xef bit şefeqa mihr û mehê Dîn eger bête beha can didirim lê emma Me hezar canê ’ezîzî dihilîtin di behê Qet dibit wek te şepalê ne di şam û ne di şerq Kê nişan da di cehan mislê te xwindkar û şehê ’Alemek şehdeyiya husn û cemala te didit Tu zuleyxayê zeman î we çi hacet medehê heq nigehdarê te bit padişeha serwiqedan Bi kinarê me feqîran bike carek nigehê Xobî û dilberî û naz û telettuf bi te şên Xusrûya padişehan î we xwidana cebehê hecer-eswed bidirit destê ziyaret bikirim Nezrê min bit bigirim xwas-i terîqa Mekehê Ji ezel heq bi Melê daye ji ’işqê qedehek Ta ebed mest û xerab în ji meya wê qedehê

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.