Bihar Miqamek Zozan e

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
bihar miqamek zozan e biharê girt bi ser me de li hawir dor kesk û sor, rabûne dîlanê kulîlk. d' dawetê te çepik, tilîlî li çar hêla, rengên vejînê ji pêlên behra dinê dilopek ked dilopek cehd, wext, karkerek hesinker e, gundî dasên xwe didinê roj dimînê li dewsa min. di biharan de tevgera min ji sed salan li rojhelat bi xwîn e, bi xwêdan e li çar hêla jiyana min. û adar e niha di çiyan de dengê Kawa; bihar miqamek zozan e. bihile berfa Zîlan! qeşa Amed tu? tu Hemedan! Dêrsim! lê Dêrsim! li Tûjik bihar, li zîndana agir dadane!

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.