Agirî

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
her taht pastarek, her şikeft perestgeh kêlên namdariyê ne esseh, quçên bêminetiyê di tûrikê min de nanekî hişk, di destekê de mishef bê xatir, min berê xwe da çiyayên azadiyê! kengî bêxwedî man? ji Geliyê Lolan ta Herekol newal bi newal, gelî bi gelî, dol bi dol şikefteke bêhêvî şanî min bide an hêşergeheke bêtol? dil dilêr e dil mişt mişt bi hêviyê, bêpawan û her mil mêr mêrxas, her pêsîr merd merdan! çiyayekî bibîne heyran çiyayekî ku serî hilnedabe li wext û zeman? di agirdangekê de pijiya her reng her pijîn qozeqer, rivîn rivîn heft reng me qîz hene şox û şeng, me xortên çil çeleng li welatê por roj, bejn bi bejn terhên jiyê! ketibin li vî çiyayî jî ketin: ev çiya bejn-agir, Agirî yanî tacîdarê tacîdaran, textê rojê serî çîk sayî, dor bi mij û moran niha bindestê cemedê, qirê, qeşayê guvîna bê sirûdekê dixulxulîne guhê demê: ‘dilo yeman yeman, çiyan girto berf û dûman me ra bişîn Şahê Merdan…’

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.