Heyrano

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
ji çiyayê tûjik -ku bi çil qevzî çilçav- ji te re anîme ev çeng av. ka vexwe heyrano, tu tî yî, tu tî! û tu birîndar î jî. heyy raaa nooo kîjan şopa nicis li te da! ji çiyayê tûjik te xwe berda xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda pezkoviyê cûdî, heyrano nikarim bidim melhema te jî şerr vaaa nooo zelal, ava qirr qeşa çeng bi çeng bidim te jî, tu tî yî, tu tî! heyrano, tu têhn î li qurtek azadî! xwîna te ye diherike nolî êrîş bike axê tehntir ji te xuya dike axa tu lê evîndar dirêjî çiyan dibin destên te î rûmetdar, bajar bêpêjn dimîne, hew diyek dike hewar: şerr zaaa nooo! xwîna me mazatê de zêrê zer re serbiser e. her xwîn vedigere axê axa bêxwîn xwelîser e. azadî her kê xwestibe xwîn rakiriye di ber re, di şer de bûm doh jî loma îro şer e, sibe şer e

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.