Sibat e

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
nabêje serma ye, seqem e ma xem e rê hatibin girtin kerwan herin, nerin bûk bihemil bin, zaro nesax bin ma xem e kirasê bûkaniyê li xwe girtiye Nemrûd sibat e sibat e bin konê mûyî de zivistan egal xwar kiriye Qerejdaxê. binpî jî be sipehî ye li çiyayên welatê min çi tê egîdî û spî spî bûkanî te sar be hûûû bike destên xwe germ bik ezîzê ber dilê min, şervano kebaniyê ça daniye ser tifika me de her û wer ar e têhna zivistanî xeynetî ji devê min dernakeve ne ku çîrok bi tenê dibêje dîrok wesa dinivîse: Kawayek hebû roj bû, bû qirşikek canê me ew ji destên me hat, ji destên me ew dibû û me avêt ser arê heyî ku ar bû nasnava me sibat e çend hezar sal e, çend sed meh nola buharî hê kêferat e li her berqef li her şikeft û li neh sed û heft çiya ku ev ax welat e?!

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.