Taa Ferwerdînek Din

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
ramûsanan rêz bikim li gerdena te morî-morî dûra te himbêz bikim, te binêr, ferwerdîn hat û buhurî li min û te û berê me li payîza umr e temen buharê de xweş e, evîn di buharê de hij te kiribim şewitîbim li ser te, peritîbim parî-parî bihêl, sayên xewrevên bela bikin zûrîn kundokên sewthejar bela bixwînin şevê gund dihise, bajar dibihîze daxuyaniya evînê me, li devê derî pêdikevin çirayên korik pê re ewan-ewan dertên kolanan rohniyên mirî dest pê dike kurtepistî, çavnebarî ketibî ser zimanan tu bi zînî û memê te ez bim heke şerm meke veke deriyê dubask paxila xasxask li min veke û piştekê bide pişt derî taa ferwerdînek din vem-meke!

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.