Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Dîsa li bedrê katibî Kêşa ji nû jengarê xet Nûr e reşandî wahibî Dergerdişê pergarê xet Herfên ji qudret nuqte pur Madarê hewda le’l û dur Evreng-i kê dî we bi sur Qudret numûn zengarê xet Ew çîçekên şetrî şibêht Ef’asifet qelbê me mêht Selwa ji balayê we rêht Ev perdeya gulnarê xet Neqş û nigarên dilberan Dercên ji remzên esmeran Her tên ji dest neyşekkeran Me j’gulşena ferxar-i xet Mi j’destxeta terhên şelal Xal û xetên nûra zelal Danî di şendoqan li bal Malê me sed qentar-i xet Bergên gula reyhaniyê Katib numûçek daniyê Kes dî bi vê şîraniyê Der şen’etê cebbar-i xet Reyhan û sinbil tê hene Sed çîçek û gul tê hene Zerbav û bilbil tê hene Ew bexçeya gulzar-i xet Gulçîçek û neqşên xerîb Nesrîn û reyhanê ’ecîb Lê rast û çep bûyîn şelîb Cedwelkeşên zunnar-i xet îro seher tuxra nişan I’rab û herfên zerfişan Hatin digel bayê şeban Me j’canibê dildar-i xet îro berata Ehmedî tuxra nişan zerkeş me dî Xettê Humayûn kê we dî şîrîn û me’nadar-i xet Ellah di ber qal û belê Da yexme kit qelbê Melê Avêhte çerxê cedwelê Evrenge ’enberbar-i xet

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.