Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Gerçi bilbil cewherê zatê gul e Lê gulê rewneq ji ’işqa bilbil e Guh de zikrê hal û coşa badeyê Wê bi bilbil ra dixwînit bilbil e Sosinan sed reng-i avêhtin kemend Wan nego dil bendê tayek sinbil e Sinbilan seywan li dêmê taze kir Afitab îro di Birca sinbil e Qet verêkê vê demê hadir dibit Qisseya feslê ne karê sinbil e ’Er’erên rengîn ji tayên sor û zer Qumriyan sed reng-i şîrîn xulxul e Remzeya ’işqê ji bala hate xwar Qudsiyan avêhte çerxê xulxul e Min di dil nasorekê da hestiyan La cerem hêj neş’eya daxa kul e Bilbil û perwane ew feşl û dem in Cinsê ’işqa min tinê derdê “kul” e Nêrgiza nazikqed û şehlaya mest Dîn kirim ez bilbilan sewda gul e Teb’ê lami’weş zi minnet Bu l-hesen Min di dest da çu l-fiqar û Duldul e ’Eşqerê bedfi’l-i çî hî kir ’eceb “Bareke l-lah” xewş bezî espê qul e Zulf û biskan pir ji min dil bir belê Rişteya canê Melê ew kagul e

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.