Çend Xeber Di Kurdwariyê De

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Sazi dili kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit Serha xemi dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim Meşhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihib û mehbûb Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaşeyî nezerbaz Dilber li Memî bikin girînê 'Aşiq bikenin bi derdê Zînê Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêsaye digel wê me dused renc Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî ye, ew qeder li kar e Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî sirîn e Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e Mehbûb û libas û gûsiwar e Milkê di min in ne miste'ar e Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me ez ne perwerî me Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeber in di kurdwarî

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.