Neqqaşê Ezel

E Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî
0 Altın Yaprak
Neqqaşê ezel roja serlewheyê rengîn da Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da Tezhîbê zerefşan kir serlewhê kitaba îşq Resma ezelî kêşa, neqşê xwe newalîn da (nû anîn da) Dîbace ku înşa kir, fihrîste ku îmla kir Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da Etfalê melek hatin, westane debistanê „La îlme lena´´gotin, ´´Ebced´´bi xwe telqîn da Wan sade ruxan mesqê îşqê ku temenna kir Xettatê ji husnîl-xet sermeşqekî zêrrîn da Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban Îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da Wan cumle „Enel-heqq" got, min „Wahidê mutleq" got Saqî bi xwe ez girtim camek meyê nosîn da Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da (lewra me dil û dîn da) Min dî heme yek pertew sarî di mezahir da Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di Şirîn da Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir Şeyxan û Ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da Me'zûr e eger sofî bit munkirê mehbûban Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da Şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez Bê sahid û mey nabim, Şêxê me ew ayîn da Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn da

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.