Aşiq Er Carek

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Aşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serferaz Keşfa esrarê şifatan bêmehebbet nabitin Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz Lami’a husn û cemalê dê ji ’ilmî bête ’eyn ’Işq-i da jê hilbitin kê dî heqîqet bêmecaz Husn û hub bê yek du nabin dê bikin şah û geda Nûr-i nadit şu’leya Mehmûd-i bê şem’a Eyaz Me’neya ’işqê dizanî ayeta husnê bixwîn Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî imtiyaz ’Aşiqan bêgav-i lew kalîn ji dil tên şubhê re’d Wan ji bala lê dibarin wek birûskan remz û naz Kê xeber dabit ji ’işqê key ji ber westa girit Gerçi rah ez zerre zerre sînesûz û cangudaz Aferîn sed aferîn hê min ji wan ra aferîn Ê ji tîrên dilberan da’im di dil peykan û gaz Guh de awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe Fehm-i razê ger dikî çawa dinalin çeng û saz Ew dil-i min wek kebûter nabitin kes lewme kit Lew di vê torê we da keftî me dîn sed şahibaz Wer dilo da çîn temaşaya ciwananên çimen Wê hilanî ser bi naz û sayeban dayê niyaz Zulf û sinbil muşk-i bûy û bisk û sosin sirşirîn Serwibala sebzipûş û kil nişan û xunçebaz Nêrgizên qamet zumurrud sergiran hatin xiram çar-i etrafan bi ref ref lê bi meş tên siy û qaz Dil bi kê dim ez ji wan heryek bi xencan dil dibin Dilrubayên canfezayên dilberên ’aşiq gudaz ’Eqd-i ihramê dema dilber xwiya bê ferd-i ’eyn Secdeyek ber wan du birhan nagirit cih sed nimaz ’Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.