Bê Lebê Lelî Mela (Çi Hez)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 21 Ağustos 2026
0 Altın Yaprak
Bê lebê le’lî Mela min ji meya ali çi hez Suhbeta tê nebitin yari bi her hali çi hez Qedehek bade bi destê xwe li qelbê me birêj ’Aşiqê soxîte bê ateşê seyyali çi hez Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan Ji birînên di dilî şubhetê xirbali çi hez Hezz û lezzet me bi ’umrê xwe di ’işqa te nedî Hem bi van derd û xeman zêde tu îsali çi hez Husn û sur zatî nebit cezbe li dil dit mehbûb Me ji zulf û xet û xal û qedê meyyali çi hez ’Ilmê ’işqê but û latan bi rîwayet nabitin Qederek hal ku nebit şubhetê her qali çi hez Bedewî paki çi kit feshetê meydan ko nebit Mustmi’ guh nedirit mutrib û qewwali çi kit Durrê nasufte dibêjim ji lebê le’lî Mela Ger rewanbexşi nebit nezmê ker û lali çi kit *Li gor çapa Nûbiharê hate serastkirin. Dîwan Melayê Cizîrî, Çapa Sêyem, 2010, Nûbihar.

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.