Dil Jimin Bir

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min. Wê şepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden şemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min. Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil bitalan Goşeê qewsê hîlalan Dil ji min bir, dil ji min. Dêm nedirê bo ebîrê Xemrî yû gîs û herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir, dil ji min. Sur-şirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqşnê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min. Fetl û taban da xuraban Ebleq û cuhtê şebaban Dame ber pence w kulaban Dil ji min bir, dil ji min. Xoş-xeramê, ez xulamê Nazikê şirîn-kelamê Tûtîya eywan meqamê Dil ji min bir, dil ji min.

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.