Dil Yek e (Bes)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 02 Eylül 2026
0 Altın Yaprak
Dil yek e dê ’işq-i yek bit ’aşiqan yek yar-i bes Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê ’işq Lew di ’işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yekcar-i bes Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes Gerçi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker Min di bezma sirşirînan ew şirînreftar-i bes Weh çi wala gewher in hatin libasê cism û can Min ji wan horîsiriştan ew perî rûxsar-i bes Hewce sihrê Samirî nîn in ko zulfa reş bikit çeşmê benda dilrubayan kagula ’eyyar-i bes Bilbilan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin Min di baxê gul’izaran yek gul û gulnar-i bes Min di baxê gulfiroşan dî ’eceb resmek xerîb Xariteb’an gul di dest in gulperistan xar-i bes Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi çîn Rehmekê carek nekî hey zalim ev azar-i bes Xerqê deryayê gunah în teşneyê lutfa heq în Rehmeta amirzigar û şefqe’a xeffar-i bes Ehlê dunyayê seraser dijminên min bin Mela Piştemêrê min ’Elî bi, heyderê kerrar-i bes

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.