Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Ger bidiya ew senema surcemîl Nazilê erdan nedibû Cebre’îl Min nezerek li husn û cemala te kir Ayîne yek dî mi ji nûra celîl Lew ji lebê le’lê te can bû xecil Badeyê engurî kuca selsebîl Dêl me hezar in te di bendê welê “Leyse lena ’enke mecalu bedîl” “Ma ena wehdî bike min muxremin Kem leke qeblî şexefen min qetîl” Dar û derdê mi tu yî canê min “Hel bi-siwe l-weşli şifa’u l-’elîl” sebr û sukûn çûne me nêv Dicle da Lew ji du çeşman me dizêt ab-i Nîl Bes ne mi sed çeşme ji çeşman dizêt “Mezce demin dem’u ’uyûnî yesîl” Pir me nezer da te ji ser ta qedem “Qed rece’e t-terfu we-’eqlî kelîl” Mislê te ma bûne weya ma dibin Roj ko tecella ye çi hacet delîl “Qed selebe r-rûhe ’ela xefletin Iz heceme l-qelbe bi-terfin kehîl” Gerçi li ber derb û cefan fîl-i bûm Bê mefer ez mat-i kirim şah û fîl Can didirim guft-i bi yek bûse de Lê bibitin le’lê şekerxa kefîl Gerçi di nêv helqeya şêran im ez “Leyse ’eleyna li-’idana sebîl” Zor-i Mela firqetê ebter kirîn “Inne mine s-sa’eti yewme r-rehîl”

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.