Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
îd e û da ’alemê bang-i şefayê xas û ’am Mah-i new ebrû numandin çû ji ber ’ewr û xemam Xweş bi dor camê işaret kir hilalê saqiyan Mahitabên zuhresîma çaridehsalî temam Name tey kir roze’ê ’îdê vekir feşla meyê Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam şahidên gulreng-i saqî belkî nisrîn in beşer Ê di lebsê erxewanî nêrgizên ’er’erxiram Ya reb ew rûh in mucessem yan misalê rûh in ew Lew bi sir caman dibexşin nazikên şêrînkelam Ew çi ’alî gewher in hatin libasê cism û can ’Işweyên wan şubhê iksîrê di qelba nin meqam Wek Melê gavek tinê xa’ib ji dîdarê nebim Wer bibim wê sa’etê lê bin ji min da sed selam

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.