Îd e û Herkes Ji Dîdara Te

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 28 Ekim 2026
0 Altın Yaprak
Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ’îd Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be’îd Her seher dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil Bareke l-barî bi-is’adin ’eleyha yewme ’îd Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî Inne kelben başiten dehren zira’en bi-l-weşîd Pîremerd im ’aşiq im îro murada min bibexş Ya hebîbî ya muradî ya muna qelbi l-murîd Ferre ’eqlî min lehîbî misle bazin ew ’uqab Zabe rûhî mislema inhelle fî narin celîd Dem’u ’eynî min buka’in mislu nehrin fî sukûb Naru qelbî min xeramin fî diramin fi l-weqîd Dil ji ber narê mecazê bi-l-heqîqet bû pereng Naru qelbî fî hewahu mislu narin fi l-hedîd Key xilaş ez dozexê hecrê tu ya bim ey ciwan Her nefes dared şela û ne’reê hel min mezîd Kî dizanit min ji rimbazan dema oxilme tên Têne di sed rim ji wan û sîne tênê sed cerîd Min ji şeffeynan ji nêva meqtelê rim têne dil Lê li wan destan nihin xwîna xezaya ez şehîd Mishefa husn û cemalê sûreta xal û xetan Ma telewna xeyre herfi la we-Qur’anin mecîd Gerçi her da’im ji mihrê neynika dilbedre min Wek hilalê şubhê têm ez carinan bim napedîd Ma bi le’lên canfeza navê me bînit carekê Bi-d-du’a bellix teheyyatî li Selma ya berîd Tu j’ Melayî her bipirs esrarê ’işqê hel dikit Vê mu’emmayê çi zanin sed mela û muste’îd Er bi kuştin wer bi hiştin emr û fermana te bit Ehmedu ’ebdun reqîqun waqifun beyne l-’ebîd

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.