Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
M
0
Altın Yaprak
îro ji remza dêmdurê
Minnet ko min mesrûr e dil
Dilber bi fincana surê
Mey da me û mexmûr e dil
Remzek nihîn avêhte dil
Mihrê ji batin mêhte dil
şehzadeyê sur rêhte dil
şehkaseya ferfûr e dil
Hostayê ’işqê dil hevot
Ser ta qedem hingî disot
Remza “ene l-heq” her digot
Bawer bikin menşûr e dil
Dil lê bidit nûra meyê
Weqtê suwaş û heyheyê
Fehm er bikit wehya neyê
Jê dit xeber me’mûr e dil
Nûra ji qudret lê du nûn
Jê ra dinalin erxenûn
Wer ayeta ’işqê bixûn
Xweş nusxeyek mestûr e dil
Tefsîra sirra ayetê
’Arif divêtin guh detê
Raza rumûzên qudretê
Ger deyn bikit me’zûr e dil
Dil ke’be ye mewla ye lê
Narê kelîm îsaye lê
Bangê “ene l-lah” daye lê
Hem Ke’be û hem tor e dil
sed co û sed cobar e tê
sed gulşen û gulzar e tê
çendan ji ’işqê nar e tê
şafî nezer dî nûr e dil
suhbet ko kamil bû bi rê
Carek bi cayê ’enberê
Qelbê biavê micmerê
Xweş’enber û kafûr e dil
şox û şepala leb ji qend
Ew nazika wê qenc û rend
Wê dil ji dil dilda û xwend
îro yeqîn fexfûr e dil
Er dil ji te mesrûr bitin
Min ji Melê destûr bitin
Dê kit cehan pir nûr bitin
Lê da’ima rencûr e dil
Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş