Îro Ji Şehkasa Surê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
îro ji şehkasa surê Mey hate fincana sedef Minnet ko îro dêmdurê Da min meya husna xwe xef Xef da me cama kewserê şêrînqed û lebşekerê Bayê şeba da çenberê Hatin sema şetrî û lef şetrî û zulf û belg û per Hemiyan li dêm de’wa û şer Êlan li selwa bûne ger ’Eqreb xwiyan ez her teref ’Eqreb nehin ew sinbil in Bo ’enber in dava dil in Nîşan ji misk û filfil in Wan sîneya min kir hedef Da sîne cohtê tîrxweş e Qewsê hilalî tozreş e Yek tîr-i pir kuştin leş e Xwînê di cerhan daye kef Min xwîn bi co têtin ji dil Ew baziyê bê tor û sil Dakefte nêv tora qizil Qumrî nehiştin ref bi ref Ref ref nehiştin zax-i zax Danîn li dil min dax-i dax Dê kî bimînit sax-i sax Westane leşker şef bi şef şef şef mi dîn hindî û zeng Cengîz-i hat Teymûrileng Xef wan reşandin dil xedeng Teşbîhê tîrên Xan-şeref Tîrek ji qewsê malzirav Tê dil qewî tavêje nav Xwîn tê pirê teşbîhê av Firyad û efxan sed esef Can dê nedit ew malxerab Her sîne’ê cotek xurab Tê da birin penc û kulab Wî can di dest wî rûh di kef Canê Melê rûha Melê Nûra ji qudret nuqte lê Remzek nihîn da min welê Nalî ji ber wek nay û def

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.