Ji Remza Dilberê Dîsa

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Ji remza dilberê dîsa Li min batin vejîn derde Di lebsê tariyê min dî Xwiya bû ew siyahcerde Di lebsê tarî û nûrê Perîrengê sifethorê Ji Wadî eymena torê Muqeddes kir li min ’erd e Ji nar û nûrê teqdîsê Tecella kir li min dîsê Li ser textê xwe Belqîsê Hilanîn bêhicab perde hicab û perde avêhtin Seba reyhan hilavêhtin Ji bircan tîr-i pir rêhtin Gihan min rast û çep cerde Kirim amancê mizraqan Di dil da tîr-i çûn faqan Bi celladê xwe ew xaqan Dibêjit hêj tu xencer de Bi derbên xenceran kuştîn Bi xwîna şohr-i lê miştîn Di çîna sinbilên qişt în Me dil pir misk û mawerd e Gulên her misk-i ezfer lê ’Ebîr û ’enberê ter lê Semaya sosinan her lê Bi zulfan mat û mawer de Bi serwê sinbilên tarî Bi hev ra bazî û yarî Bicû da xwîn bibit carî Ji qewsan gezmeyan berde Ez im amancê wan tîran Ji peykanan û sertîran Bûyim polad li ber şîran Seraser têk-i mam ber de Ko dilber hate vê yolê Ji ber pir hin ketin çolê Ji qencan ko revand holê Ji mehbûban birin nerde Ji qedd û bejn û balayê Ji reng û dêm û sîmayê Tirengî qet xeber nayê Di husnê cewherek ferde Bi xeml û reng û re’nayê Bi mehbûbê bi zîbayê Bi ew husna xwidê dayê Ji gulrengan gula zer de Nebat û şekkera lêvê Nesîmê wê gul û sêvê Hilînit perdeya şêvê şifaya hindekê derd e Ji neqş û şun’ê cebbarî Muterra turreya tarî Li nûrê miskê tatarî Li ser wan xemriyan berde Li ber rojê bibit xêlî Binêrim qameta ’êlî Qedîf û zerkeşê têlî Zubad û misk û ’enber de Bi sîmavê bi zêravê Tu rojê neqşikê bavê Ko da Erjeng ji wê navê Li ber rojê nebit perde Eger berqek ji wê rojê Ji ber wê ’iqd û bişkojê Bidit qelbî wekî dojê Li ber dojeh dibit berd e Di meydanê şirînxencan Biçerxin mislê şetrencan Turaba ber pêyê qencan Zubad û ’enberên gird e Dibit bêjin wî sultanî Bi heft ayatê furqanî Li mehbûban tu xaqan î Were derbê li qeyser de Mela zanim ji meczûban Tinê najî tu bê xoban Dema dil dî bi mehbûban Bi şox û şeng û esmer de Dema cellad-i bên bazî Bi şîr û xencerên tazî Li dergeh da nekî gazî Delal û naz û perwer de Emanet da ji bêhoşî Durên nasufte nefiroşî Mela zanim ji medhoşî Te dil bê xwab û bê xwird e

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.