Kes Nedye Sehergeh (Bezma Evînê)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Kes ned’ye sehergeh ko çi nazikweres î tu Me j’ belgê gul û nêrgizê sermest-i bes î tu Zanim ne tinê ko yedê beyda tu didêrî Wer xweş ke şehîdên xwe ko ’îsanefes î tu Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî Reng-i reng-i tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu Roj î tu li şerq î bi cemala xwe we berq î Bi l-lah ko ji ser çeşmeyê eqdes qebes î tu Bi l-lah ji çi nûr î we tecella li çi tor î Geh geh li seraperdeyê can multemes î tu şemsa felek î ya melek î hê jî nizanim Horî û perî ya bi xwe Rûhu l-qudus î tu Cana ceres û rehberê ’işqa te ez im qet Ageh bi fixan û herekatê ceresî tu Ma yek nefesek min dibitin bê tu wucûdek Dê bê te çi bim hem tu ruh î hem nefes î tu ’Işqa te me go zêrisifet zerd kirîn go Iksîr e evîna me bi ’eynî we mes î tu Min go ji nigaran tu gul î bes bişukuh be Zanim ne muhib her ne kes û xarûxes î tu Ey horîsiriştê li me xweş meywe te ber kir Cennat e di wesla te we ateşperes î tu Min go di şevan şubhê nucûman bi tewaf în Go ’işwe dizanin bi çi qest û hewes î tu Min go me bi tîxan vedê nakin ji derê te Go em ji nebat în we li teb’ê meges î tu Min go ji kemenda serê zulfa te verestim Perwazê lebê le’lê me go ger veresî tu Yekdem venehiştîn te di hamûnê firaqê Bê hemdemê derdan ko çi firyadres î tu Min go ji dilê şubhê bixûr xweş te bi ker kir Ker kir bi du le’lên xwe şeker go ’edes î tu Min go li rexan în neko kecrew weko ferzîn şah gote mi kiş mat-i li baz-i feres î tu Min go te divê ser ji reqîbî bibirim ez Go min diye zanim dibirî jê meqes î tu Ta çend-i bixef bade binoşî we nefes da îca bi def û ney were mîrê ’eses î tu Min go ji qedîm ez meyê ’işqa te dinoşim Go min ji ’uşaqan ne tinê mey teles î tu Min go di şevan şubhê şemalan we disojin Perwanesifet ca here bê şewt û his î tu Min go beşer û quwwetê sem’a mi tu yî go Zanîn te em în rûh û mucerred qefes î tu Te ji zulfê butan şihhet Mela reştir e tali’ Yarê te seher bêt û biret pê nehesî tu

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.