Kes Bi Dada Me Nepirsit (Çi Kit)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Kes bi dada me nepirsit gilleh û dad-i çi kit Te nebit dadiresek beyhûde firyad-i çi kit Bi şirînê negehit dest-i eger Ristem-i bit Dê bi bazo û milan şubhetê Ferhad-i çi kit Fa’ilek lazim e da fi’l û eser peydae bit Ger tu heddad-i nebit kûre’ê heddad-i çi kit Mumkinek dê hebitin da ko teleb haşil bibit Seyd û nêçîr ko nebit tole’ê şeyyad-i çi kit Her gil û seng dibitin zêr-i bi tedbîr-i hekîm Qabiliyyet ko nebit hikmeta ustad-i çi kit Kan bi gewher çi bikit gewher eger pak-i nebit Tu beşîret te nebit sîreta ecdad-i çi kit Zêr û zêwer dikirin celb-i qulûban haşa husn û sur zatî nebit qameta meyyad-i çi kit ’Aşiqê mest-i bi ’işqê niye hacet bi meyê Waridê warid û ehwal-i bi ewrad-i çi kit Te xered vêkketina yek weliyek murşid-i bit Salik û talibê irşad-i bi Bexdad-i çi kit Cehde û se’y û teleb bê eserek şafî nehin Tu ne bêperdenişîn çaker û qewwad-i çi kit çi eser dê li berê xare bikit qetre’ê ab Qelemê me bi du sê qetrey’ê zuhha dê çi kit Dê ji heq cazibeyek dil bigirit wer ne Mela Ji ezel ger tu hidayet nebit irşad-i çi kit

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.