Lillahil Hemd Ji Yarê Me

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne Me ji feyda te ye mestane rewan ça me lebaleb Mestê şehkasê meya cezibeyên rûhî didîn Rûh dizanit ko ji ber lezzetê ’işq mame lebaleb Nêrgiza mest-i ji bala çimena sinbil û gul tê Qedehê taze bi destê xwe meşî da me lebaleb Wehdetê şirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd Em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem came lebaleb şem’ û perwane bi zatê xwe ji halê me di dûr in Ateşek şirf e ji ’işqa te vewesta me lebaleb Qedehek taze ji ’işqê di ezel da me hekîmî Jê dinoşîn hey û hey hê bi xwe cama me lebaleb Carekê goht-i Nişanî ne Mela yî were banî Ev dixwast me ji dil û can dehen û kame lebaleb Te dizanim te dibînim ko tu yî nûra wucûd Ellah ellah ji çi nûr e di seraya me lebaleb Ji ’inayet nezerê xasse ko her meşre’ û beytek Qedehên aba heyatê ne di şi’ra me lebaleb

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.