Min Di Ber Qalû Bela

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn Hêj li ser ’ehda elest im ta bi roja axirîn Min divê lê eşkera kim carekê daxa nihîn Guftim ew ra ma du’ago yî tu em ey hor-i ’în “E’redet ’ennî we-qalet ma du’au l-kafirîn” Ey şehê ’alîcenab pir ’aciz û perkende em Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde em “Wacibun lî imtisalu l-emri maza te’murîn” Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba “Inne lî ayati sidqin kane fî haze n-neba” Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba “Hebbeza rewdatu necdin zurtuha ’ehde s-siba” “Rewdetun yecrî ’ela erca’iha ma’un me’în” Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqşê sewad Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fiwad Ber derê baxê wisaleş hatifê awaz-i dad “Hazihî cennatu ’ednin fe-dxulûha xalidîn” Naêtin gohtin bi qal şerh û beyana husnê tu Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê tu Xweş Mela amancê tîran kir kemana husnê tu Qisseê ’işqa celal û dasitana husnê tu “Tilke enba’un yeqûlu n-nasu minna be’de hîn”

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.