Namê Enberşikenê Bêt (Meke Behs)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Namê ’enberşikenê bêt ji ’enber meke behs Bil ji wê silsile û zulfê mu’enber meke behs Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat Ji lebê le’leşeker bêj û ji şekker meke behs Bi ser enguştê ’eqîqê bide fincana rehîq Abê heywan te çi yin nav-i ji kewser meke behs Zeriyên şehla û durdane bibin şahidê bezm Ji genimreng û siyehçerde û esmer meke behs Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sema’ Tu ji nayê di sema’ê bike bawer meke behs Bi wê nihalê bi deraxûş û bidê canê şirîn şaxê ’umrê bixwe ber jê we ji Qeyşer meke behs Ayeta husnê mufeşşel ke ji keşşafê cemal ’Ilmê ’işqê bike tefsîr û ji defter meke behs Razê dehrê ji sipihrê tû nizanî bi cedel Hikmeta dawer e tu j’ hikmeta dawer meke behs Ab-i heywan te divêtin tu bibe hemrehê xudr Cama Cem bîn û ji Dara û Sikender meke behs Ji ezel ’aqibeta karê ko me’lûm-i nebit Cama mey noş û ji teqdîra muqedder meke behs Dil yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî Ji dilê dilbera ma û berê mermer meke behs Tîr-i sed têne ceger sîne li ber maye çeper Ji dil û cergê kul û sîneyê kerker meke behs şîrê elmasî kişînit tu ji lami’ de xeber Vekirit huqqe’ê yaqût-i ji gewher meke behs Ji şefeq Zuhre xwiya bit tu binê perwînan Cebhetê ew binumêt tu ji meh û xawer meke behs Li rûyê yarê du meh new me qeran dîne di mest Tu ji seyra qemerê tali’ û exter meke behs Pir ji dêm û xet û xalan te xeber daye Mela nezerê wer bide bejnê ji mufesser meke behs

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.